• Saturday, 21 February 2026
logo

HPG êrîşên Diyarbekirê li xwe digire

HPG êrîşên Diyarbekirê li xwe digire
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, êrişa duh êvarê ya li navçeya Pîrana Diyarbekirê, yekîneyên wan pêkanîne û destnîşan kir, encamên berfireh dê pişt re bên aşkere kirin.

Navenda Çapemeniya HPGê ragehand, yekîneyên wan duh êvarê hemberî Baregeha Leşkerî ya Pîranê, bi otombêla bombebarkirî êrişek çekdarî pêk anîne.

Şeva borî saet derdora 10.00an bi otomobîleke bombebarkirî li dijî fermandariya tabûra cendirmeyan êrişek pêkhat. Di êrişê de leşkerek hat kuştin û 26 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din hêza ku ji navçeya Hênê ber bi cihê bûyerê ve diçû jî rastî êrişê hat û 3 hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

HPG da xuyakirin, di heman demê de li ser rêya Pîran û Hêneyê jî hemberî otombêlek leşkerî bi çekên giran êrişek pêk anîne û da zanîn derbarê her du êrişan de wê piştre daxuyaniyê bidin.

Rayedarên leşkerî yên Tirkiyê ragehandin, di êrişa duh êvarê ya Pîranê de, leşkerekî canê xwe ji dest daye û 26 kes jî birîndar bûne.

K24
Top