Hevseroka HDPê bo Rûdawê: Ti hêz nikare me ji parlamentoyê derbixe
Yuksekdag li ser pirsa Rûdawê ya di derbarê rewşa dawî li parlemenê û atmosfera heyî de wiha got:
“Guftugoyên li Lijneya Yasaya Esasî Berdewam in. Weke hun jî zanin danûstanin destpê bibûn. Lê nîqaş di bin siya provokasyonên partiya îktidar de dimeşin. Ji ber ku tu tişt li gorî şêwe û rêbazên demokratîk nameşe, nîqaşên li vê lijneyê jî dibin qada êrîş û astengkirina AKPê. Weke raya giştî jî dizane, herî dawî parlementerê me yê Şirnexê axaftinek kir û rastî êrîşên AKPyiyan hat. Ya rast ev nîşaneyake rewşa heyî ye. Parêzbendiya kursî jî nîn e ji bo parlemenên HDPê.
Parlemenên ku hatine hilbijartin destûr nedan ku parlemenekî din ê ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin li ser kursî axaftina xwe bike. Dema ku parlemen kurd be û tiştên ku dibêje jî ne li gorî dilê rejîma AKP û qesrê bin tu ewlehiya wî namîne. Parêzbendî tu caran nebû ewlehiya me. Lê di dawiya dawî de ew tişt ji bo hemû gelên Tirkiye mafekî rewa ye. Ew ne tiştekî ji bo me hatiye bexişandin. Ew mafek e ku piştî têkoşînên siyasî yên demdirêj hatiye bidestxistin. Ew jî parêzbendiya kursî ye, parêzbendiya gotinê ye, parêzbendiya yasadanînê ye.
Niha AKP û rejîma qesrê ew mafê dîrokî rapêç dike. Ji bo vê jî kêmasiyeke mezin e ku meriv meseleyê tenê li ser parêzbendiya HDPyiyan bihêle. Mesele rapêçkirina mafê yasadanînê ye ku bi têkoşîna gel ya bi sedan sal hatiye bidestxistin. Çawa ku îktidara AKP û qesrê heta niha her tişt rapêç kir, rapêçkirina yasadanînê jî ji bo wan nabe cihê gumanê. Tiynet û exlaqê wan li ji bo vê yekê goncav e. Lê tu helweseteke me jî nîn e ku em vê pêvajoyê bi serî tewandin û siyaseteke bêkêr bidomînin.”
Yuksekdag nêzikahiya CHPê ku dê piştgiriya pêşniyaza AKPê bikin jî bersivand û wiha pê de çû:
“Qesra Beştepeyê parlemenê ji bo xwe weke astengiyekê dibîne. Helwesta CHP tam jî tê wê wateyê ku ew astengî li ber qesrê bê rakirin. Tekane astengiya li ber îlankirina rejîma dîktatoriyê parlemen û HDPê ye. HDP bi tena serê xwe nasname û sekna parlemenê, sekna serî netewandina parlemenê temsîl dike. Ya rast em, HDP rûmeta parlemenê temsîl dikin. Piştî ku CHP helwest nîşan da ku dê piştgiriya AKPê bike, hat ser xeta qesrê.
Hemû astengiyên li ber ragihandina serokatiyê bi destê xwe ji holê rakirin. Asta ku CHP hatiyê bi rastî jî pir balkêş û xeter e. Yên ku heta duh em bi piştgiriya qesrê û AKP’ê tawanbar dikirin, îro bi awayakî eşkere ragihandina serokatiya qesrê pesend dikin. Ji ber ku rakirina parêzbendiyan tê wateya rakirina astengiya dawî ya li ber qesrê. Bi vê helwesta xwe CHP jî bûye parçeyek ji kampanyaya Tayyîp Erdogan ya serokatiyê. Li aliyê din mixabin CHP kete dafikeke siyasî. Hêviya me ew e ku CHP li pişt îradeya parlemenê bisakine û nehile ku dafika AKP’ê ya li ber parlemenê bikêr bê.”
Hevseroka HDPê li ser pirsa bê ka planeke wan a ji bo rakirina parêzbendiyan heye an na jî wîha got:
“Ji bo me ew pêvajoyeke têkoşînê ye. Em di wê fikrê de ne ku di her qonaxê de şêweyên cihê bi kar bên û ew têkoşîn berdewam be. Ew pêvajoyeke be rawest a têkoşîna siyasî ye. Emê di hemû qanxan de li ber xwe bidin. Hemû opsîyon ji bo me sedema nîqaş û şîrovekirinê ne. Li niha tu fikre ke me ya ku em ji parlemenê vekişin nîn e. Ji ber ku ji xwe AKP’ê ew e ku xwe ji me xelas bikin.”
Rudaw
