• Saturday, 21 February 2026
logo

Civata wezîrên herêma Kurdistanê kombun

Civata wezîrên herêma Kurdistanê kombun
Civata wezîrên herêma Kurdistanê kombû û behsa qeyrana darayî û çewanîya paşkewtkirina mûçeyên fermanberan kirin.

Li gorî zanyarîyan, îro roja Duşembê, civata wezîrên herêma Kurdistanê, kombû û têda, behsa qeyrana darayîya herêmê û çewanîya paşkewtkirina mûçeyên fermanberan li gorî dahatê petrolê kirin, dîsan behsa hijmareka pêşnîyarên lijneya berhingarbûna qeyrana darayî kirin.

Ev di demekî daye, li heftîya borî lijneya berhingarbûna qeyrana darayî ya ser bi civata wezîran ve kombibû û behsa çaksazîyan û kêmkirina xercîyan û zêdekirina dahatî, dîsan paşkewtkirina mûçeyê fermanberan li gorî dahatî li ber dest kiribû.

War.tv
Top