• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞê 4 ciwanên din kuştin!

DAIŞê 4 ciwanên din kuştin!
Çekdarên DAIŞê li bajarî Reqayê 4 ciwan bi tometa ku alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî kirine û bûne sedema kuştina misilmanan kuştin.

Derbarê kuştina wan her çar ciwanan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku, wêneyên çar ciwanan ku, ji Reqayê giheştine Rewangeha mafê mirovan û DAIŞê ew ciwan bi tometa alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ceza kirine.

Li gor Rewangehê wêneyên wan ciwanan bi cilûbergên rene Pirteqalî bûn û destên wan girêdayîbûn. Rewangeha mafê mirovan aşkere kir ku, DAIŞê ew li cihê ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bombebaran kirbûn kuştin.

Di dema dawî yê de kesên ku, bi tometa pêwendiyên ligel pêşmerge û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê DAIŞê ve têne kuştin zêde bûne.

Basnews
Top