Li Efrînê topbaran berdewam e
Li gorî zanyariyên xwecihî, ji nahiyeya Şera, çekdarên ser bi dijbereya Sûrî heta niha 6 rokêtên Grad avêtine gundê Qetme yê ser bi nahiyeya Şera.
Hate ragihandin ku di encamê de, ti ziyanên mezin nebûne, lê her topbaran berdewam e.
Hevdem topbaran bi ser gundên Qestel Cindo û Dîmikdaş de berdewam e.
Li gorî ragihandina PYD û YPG fermandarên 20 hêzên çekdar li bajrê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê civiyabûn. Mebest ji wê civînê plandanîna derbarê êrişa ser Efrînê bû.
Rudaw
