• Saturday, 21 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê xwe davêje bextê Pêşmerge

Hikûmeta Iraqê xwe davêje bextê Pêşmerge
Hikûmeta Iraqê xwe davêje bextê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ku hikûmetê ji gefa xwepêşanderan bi parêze.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, di civîna roja yekşemê de 01.05.2016 ê sê serokatiyên Iraqê, Serokwezîr Heyder Ebadî bi bêxemiya li hember wan buyerên li paytext Bexdayê pênase kirin, ku fermandarê giştî yê hêzên çekdarê Iraqê ye.

Li gor malpera Şerqulewset jî, bi zimanê çend çavkaniyên siyasî yên Iraqê belav kiriye, hikûmetê û rayedarên paye bilind ên Iraqê daxwaz kirine ku, parastina navçeya sewz ango kesk ji aliyê Pêşmerge ve bê kirin.

Basnews
Top