Serokomarê Iraqê vedigere Başûrê Kurdistanê
Piştî aloziyên li paytextê Iraqê bajarê Bexdayê û derbasbûna xwepêşanderan bo nav taxa Kesk a Bexdayê û ketina xwepêşanderan bo nav avahiya palramentoyê, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ku Kurd e û ji pişka Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ev kursî wergirtiye, vedigere Başûrê Kurdistanê.
Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Dr. Ebdullah Eliyaweyî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di van demên nêzîk de vedigere Herêma Kurdistanê.”
Ebdullah Eliyaweyî got: “Lê belê heya niha roja vegera Fuad Mehsûm nehatiye diyarkirin.”
Eliyaweyî herwiha da xuyakirin: “Serokomar dê li Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên din ên siyasî li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û herwiha pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de bicive.”
Şêwirmendê Serokomarê Iraqê destnîşan kir: “Eegera wê çendê jî heye ku Serokomar di civîna hevbeş a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de beşdar be.
Rudaw
