Barzanî destxweşî li hêzên Pêşmerge kir
Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyvendiyekî telefonî ya li gel fermandarê hêzên Pêşmergeyên 70 Şêx Cefer Şêx Mistefa de, destxweşî li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û hêviya silametiyê ji birîndaran re daxwaz kir. Peyama Serokê Herêmê wiha ye:
Roja yekşem 01.05.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da li gel Şêx Ce'fer Şêx Mistefa Fermandeyê Yekîneya 70 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pîrozbahiya azadkirina gundê Beşîr li gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û malbatên şehîdan kir û destxweşî li Fermande û Pêşmergeyên beşdarbuyên operasyona azadkirina gundê Beşîr kir ku azayane ev serkeftinê tomar kirine û gundê Beşîr li bin destê terorîstên DAIŞê azad kirine.
Her li vê peywendiya telefonî de Serok Barzanî serxweşiyê li kesukarên şehîdên Pêşmerge kir û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran xwest û her wiha hêviya serkeftina berdewamiyê ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xwest.
Basnews
