Şivan Qeladizêyî:Heşdî Şeibî bi cilê sivîl ve dest li ser parlamentoyê û hikûmetê girt
Serokê fraksiyona (Bizûtnewe) Tevgera Îslamiyên Kurdistanê Şivan Qeladizêyî di tora xwe ya civakî ya facebookê de diyar kir: ‘’Bi xwîn û keda Pêşmergeyên Kurdistanê gundê Beşîrê ku 1700 malên Şîe yên Tirkmen tê de ye hate azad kirin û nehêlan Heşdî Şîe tu zihmetiyekî bikşîne, piştre jî derket metirsiya Heşdî Şeibî ya li ser Kerkûkê ji DAIŞê kêmtir nîne, jê zêdetire jî’’
Herwaha diyar kir: ‘’Heşdî Şeibî bi cilên sivîl roja 29.04.2016 dest li ser parlamentoya Iraqê û balefirgeh û Encûmena wezîran li Bexdayê girtin û îxanet bi Aram Şêx Mehmûd û 5 milyon Kurdan jî kirin, herwaha rûyên xwe yên rast aşkera kirin. Lê rêveberiya siyasî ya Kurd, ji ber pirsgirêkên partiyan naxwazin tê bigehin.’’
Serokê fraksiyona Tevgera Îslamî daxwaz ji rêveberên siyasî yên Kurdistanê dike, ku xwe ji bo pêşketinan amade bikin.
Basnews
