Hêzên Pêşmerge gundekî din jî kontrol kirin
Fermandeyê Eniya Başûrê Kerkûkê Westa Resûl ji Rûdawê re ragihand ku plana kontrolkirina navçeyan bi awayê du qonaxan bi temamî hatiye cîbicîkirin û serkeftî jî bûye.
Westa Resûl got, îro Yekşemê di qonaxa duyemîn a kontrolkirina navçeyan de wan karîbû gundê Elbûferec li ser riya Beşîr kontrol bikin û dibêje, di wê operasyonê de cara yekem hêzên hevpeymanan bi balafirên B-52 ew navçe bombebaran kirine û rola wan di serkeftinên Pêşmerge de hebûye.
Di derbarê DAIŞê de jî Westa Resûl ragihand ku rêxsitin li wê navçeyê bi awayekî tund li berxwe da, lê belê Pêşmerge ew şikandin û gelek gund û navçe kontrol kirin.
Duh hêza Pêşmerge operasyoneke berfireh dest pêkirin ji bo rizgarkirina gundê Beşîr û bi kêmtir ji 24 saetan hêza Pêşmerge gund ê Beşîr rizgar kirin.
Gundê Beşîr ku bi durahiya 20 kîlometro, dikeve başûrê Kerkûkê û ji wir ve çekdarên DAIŞê her tim Xuramtû bombebaran dikirin û gelek caran bi çekên kîmyewî êriş pêk tanîn.
Herwiha ev gund ku piranî ya wan tirkmen in û hêzên Heşdî Şebî berê çend caran xwestibûn rizgar bikin û 20 êriş biribûn ser lê wan nekarîbûn rizgar bikin.
Rudaw
