Parlamenterek Kurd: Alîgirên Sedr hewla girtina Ebadî didin
Endamê Kurd li Parlamentoya Iraqê Tariq Gerdî ji BasNewsê re ragehand, li ser pêşneyara Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, sê serokatiyên Iraqê(Serokê parlamentoyê, serokê encûmena wezîran û serokomar) wê bi civin.
Di vê civîna sê serokên Iraqê ya hevbeş de, pêşketinên dawiyê û gohertinên siyasî û dagirkirina parlamentoya Iraqê ji aliyê alîgirên Rewta Sedr ve wê bêne gotûbêj kirin.
Li gor Tariq Gerdî, pêkanîna vê civînê tu pêşketinekî ava nake û got: ‘’civîna çi tê kirin û çi maye ku civîn li ser bê kirin.’’
Herwaha ev parlamentere pêşbîniya başbuna rewşa siyasî ya Iraqê nake û radigehîne: ‘’Alîgirên Sedr dixwazin hikûmeta Iraqê têkbibin û bi xwe bêne ser desthilatiyê.’’ Herwaha got dixwazin serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bigrin û bidin dadgehê.
Basnews
