Yekîtiya Ewropayê hişyariya Iraqê da
Nûnera Payebilind a Pêwendiyên Derve ya Yekîtiyê Federica Mogherin piştî ku alîgirên Muqteda El-Sedrî derbasî parlementoya Iraqê bûn êrişî parlamenteran kirin, derbarê vê yekê de daxuyaniyek nivîskî da û têde ragihandin ku ev helwesr dibe ku aloziyan zêde bike.
Federica Mogherin amaje kir ku pêvajoya demokratîzekirinê jî bizanebûn hatiye rawestandin û ji aliyên tekîldar xwes ku ji bo çareserkirina aloziyan bixebitin û çareseriyeke peyda bikin.
Mogherin herwiha hişyar da ku ihtimala tevlihevî hêj jî zêdetir bibin û tekez kir ku ew piştgiriya hewldanên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin.
Rudaw
