• Saturday, 21 February 2026
logo

Perlemantarek Kurd li Bexda wasîyeta xwe nivîsîbû

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Perlemantarek Kurd li Bexda wasîyeta xwe nivîsîbû
Hijmarek perlemantarên Kurd li civata nûnerên Îraqê hêşta asê mane û perlemantarekê jî, wasîyeta xwe nivîsîye û daxwaz dike, eger hatin kuştin, termên wan bo Kurdistanê bên hinartin.

Li gorî zanyarîyan, her yek ji ala Talebanî, seroka frakisyona yekîtîyê û Aram Şêx Mihemed, cîgirê serokê civata nûneran, digel çar perlemantarên di yên yekîtîyê, di nava tirumbêleka gollenebir da li nêzîkî hola civatê mane û xwenîşanderan derdorên wan girtine.

Rengîn Ebdulla perlemantara yekîtîyê li ser pêgehê xwe yê tora civakîya Facebookê, wasîyeta xwe nivîsîye û têda, daxwaz kirîye eger hatin kuştin, termên wan bo Kurdistanê bên hinartin, xuya jî kirîye, eger bên kuştin ew xwe bi şehîd dinasin.

Hevdem perlemantara partî Eşwaq Cafê bo War ragîhand; bo demê 20 xulekan dinava civata nûneran da asê mabû, lê bi alîkarîya hêzên pêşmerge û perlemantarên Sedir, ew şîya bi rêya tirumbêleka gollenebir, rizgar bibe.

War.tv
Top