• Saturday, 21 February 2026
logo

Xwepêşanderên Bexda hewldidin derbasî Encûmena Wezîran bibin

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Xwepêşanderên Bexda hewldidin derbasî Encûmena Wezîran bibin
Piştî ku xwepêşanderên Bexda derbasî avahiya parlemenê Iraqê bûn, niha gihiştine avahiya Encûmena Wezîrên Iraqê û hewil didin ku têkevin hindirê wê jî.

Îro 30 Nîsanê, Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de Şoreş li dijî Hikûmeta Iraqê ragehehand û beşdariya xwe û rewta xwe jibo maweyê 2 mehan rewestand, bêhtirê xwepêşanderan jî alîgirên Rewta Sedir in.

Li gorî zaniyariyên BasNews niha xwepêşander hewil didin ku dergehên serekî ên Encûmena Wezîran bişkînin û hejmarek mezin jî ji hêzên ewlekariyê rêgiriyê li xwepêşanderan dike.

Paş nîvroja îro 30 Nîsanê, xwepêşanderên Bexda dîwarên navçeya kesik şikandin û derbasî avahiya parlemen bûn û kelûpelên parlemen şikandin, li Bexda jî rewşa awerte hate ragehandin, herwiha bi sedema vê rewşa niha li Bexda hemû nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî li Bexda deriyê xwe daxistin.

Basnews
Top