• Saturday, 21 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Piştî azad kirina gundê Beşîr, divê Heşda Şeibî li Kerkûkê nemîne

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Piştî azad kirina gundê Beşîr, divê Heşda Şeibî li Kerkûkê nemîne
Fermandeyekî bilind ê Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand ku, piştî ku PÊşmerge gundê Beşîr kontirol bikin û wê ji çekdarên DAIŞê azad bikin, pêwîstnake Heşda Şeibî li sînorê Kerkûk bimîne.

Berpirsê Bereya Rojavayê Kurkûk Dr, Kemal Kerkûkî ji BasNews re ragehand ku, piştî azad kirina gundê Beşîr, pêwîst nake Heşda Şebî li navçeyê bimîne û divê ji wir herin, jiber niha 2 milyon û 400 hezar koçberên Ereb ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatine pêşwazî kirin û pêşmerge parastina wan dike û got: “Pêşmerge hemû deverên Kurdistanîne û dervî îdareya herêmê ne, ji metirsiya DAIŞê diparêze û baweriya hemû pêkhatiya jî bê cudabûn ji (Kurd, Ereb, Turkiman, Kiloasûrî, Ermenî, Sabîee Mendayî…hd) bi Pêşmerge tê.”

Kemal Kerkûkî ew yek jî ji BasNews re eşkere kir: “Ev helêwesta pak a Kur û Pêşmergeyên Kurdistanê bermaberî pêkhateyên cuda ronî û eşkere ye, jiber vê yekê Çi pêwîstiya xelkê bi mana Heşda Şeibî li Xormatû ye? Ew ji zêdbûna kuştinê û fiteneyê çi dikin?

Îro 30 Nîsanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştevaniya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşek berfireh birin ser gundê Beşîr û niha çekdarên DAIŞê li wî gundî hatine dorpêç kirin.

Basnews
Top