• Saturday, 21 February 2026
logo

Peşmerge çend gundên derdora Beşîr kontrol kirin

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Peşmerge çend gundên derdora Beşîr kontrol kirin
Li gorî zanyariyên ku fermandeyên Pêşmerge li eniyên şerî li başûrê Kerkukê, zêdetirî 10 termê çekdarên DAIŞê ketine destê Hêzên Pêşmerge.

Peyamnerê Rûdawê li rojavayê Kerkûkê got ku piştî kontrolkirina gundê Elbûferecî û gundê Mezra Dewle, niha pêşmerge ber bi herdû gundê Telcul û Telcewal li başûrê gundê Beşîr, di pêşveçunê de ye.

Peyamnêrê me diyar kir ku plana Hêza Pêşmerge ew e ku hemû derdora gundê Beşîr bê kontrolkrin û piştre operasyona kontrolkirina gundê Beşîr radestî hêza Heşda Şeibî bikin.

Herwiha peyamnerê me da zanîn ku DAIŞê hejmareke mîn û bombeyên çandî li ser rêyan danane û heya niha nêzî 20 bombe hatine pûçkrin.

Li gorî zaniyariyên fermandeyê Pêşmerge zêdetirî 10 termê çekdarên DAIŞê ketine destê Hêzên Pêşmerge.

Rudaw
Top