• Saturday, 21 February 2026
logo

Pentagon: Hêzek taybeta Amerîka 40 serkirdeyên DAIŞê kuştiye

Gulan Media April 30, 2016 Nûçe
Pentagon: Hêzek taybeta Amerîka 40 serkirdeyên DAIŞê kuştiye
Berpirsekî bilind ê Pentagon eşkere kirk u hêzekî taybet a Amerîkî, di dema dawî de 40 serkirdeyên kuştine, ew hemî serkirde jî pêwensiya wan bi teqîne û êrîşên li Fransa, Broksêl, Misir û Efrîka hebûn.

Berpirsên Pentagon amaje bi wê yekê dikinku wan karîbûn şiyanê DAIŞê jibo bidestxistina çekdarên nû têkbibin, bitaybet li Ewropa.

Malpera Dally Best a Amerîkî li ser zimanê serkirdeyekî Pentagon ragehandiye ku, bêtirî nîvê serkirdeyên DAIŞê bi vî şêweyî hatin kuştin, ji wan Hacî Îmam ku di operasyonek taybet hate kuştin.

Heman malperê nivîsiye: “Yek ji wan serkirdeyên ku bi hema şêweyî hatiye kuştin, Şerîf Muezinê Sûrî ye ku hevkarê serekîbû di navbera Ebaor û serkirdeyên DAIŞê di dema êrîşên ser Parîs, herwiha Ebdulqadir Hekîm ku yek ji serkirdeyên DAIŞê ku pêwendiya wan bi êrîşên ser PArîsê hebû, meha Dîsembera derbasbûyî li Mûsilê hate kuştin.”

basnews
Top