Con kêrbî: Helwêst a me li beranber YPGyê nehatîye guhertin
Li gor malper a wezaret a derve ya Emerîkayê, Con Kêrbî, di kongireyek a rojnamvanî de, got: Partî ya Karker ên Kurdistan (PKK) rêkxistîyek a tîroristîye, lê YPG ne tîroriste û çi guhertinek di vê neerîn a me de neûye.
Li bersiv a pirsyarekê ka erê dikarîn bibêjîn peywendî di navber a YPG û PKKyê he? gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê, Con kêrbî, got: Nexêr, ez bi rûhnî dibêjim hewe, nerîn a me li ser PKK û YPGyê nehatîye guhertin.
Ev axivtin ên Kêrbî piştî wê hat ku Aştin Karter li pêş Kongirês a Emerîkayê, piirsyar jê hat kirin, erê peywendî di navber a PKK û YPG heye? Di bersivde gotibû:(Belê).
Gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê herweha got: Ew dê berdewam bin li harîkarîyan, lê ne tenê bo Kurd.
K24
