• Saturday, 21 February 2026
logo

Bombe bi leşker û polîsên Tirkiyê ve teqiya

Gulan Media April 29, 2016 Nûçe
Bombe bi leşker û polîsên Tirkiyê ve teqiya
Li navçeya Nisêbînê bombeyek bi hêzên polîs û leşkerên Tirkiyê ve teqiya. Di encama teqîna bombeyê de 6 ji hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê birîndar bûn.

Îro înê 29ê Nîsanê li navçeya Nisêbînê ya girêdayî parêzgeha Mêrdînê, ku ji 14ê Adarê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û operasyona hêzên polîs û leşkerên Tirkiyê dest pê kiriye, bombeyek bi hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve teqiya.

Teqîn di di encama bombeyek vedayî de qewimî. Di encama teqînê de 6 kes ji hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê birîndar bûn, ku 3 ji wan ji hêzên polîs û 3 jî leşker in.

Piştî teqînê ambulans gihîştin cihê bûyerê û leşker û polîsên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin veguhastin.

Hêzên ewlehiyê piştre li devera ku teqîn çêbû, dest bi lêgerîn û operasyonên kirin.

Rudaw
Top