Hêzek nû ji ciwanên Xurmatû ava dibe
Berpirsê PDKê yê li Xurmatû Ehmed Şêx Lengerî BasNewsê re ragehand: ‘’Li ser rewşa Xurmatû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi berdewamî li gel me di peyvendiyê de ye û hewldana rewşa asayîbuna rewşa Xurmatûyê dide.’’
Herwaha gor: ‘’Çend rojên derbasbuyî de, şandekî îdarî û ji partiyê û kesayetên Xurmatûyê serdana Serokê herêma Kurdistanê kirin û hin daxwaz pêşkêş kirin û yek ji wan daxwazan jî pêkanîna hêzekî ji ciwanên Kurd ên Xurmatû yê bu, ku bi armanca parastina navçeyê bê avakirin. ‘’
Lengerî aşkera kir: ‘’Li ser biryara serokê herêmê, lîwayek wê avabibe ji ciwanên Xurmatû û dibin sîwana wezareta Pêşmerge de pêkbê.’’
Rudaw
