• Saturday, 21 February 2026
logo

Komkujiyeke veşartî: 15 hezar Kurd hatin kuştin

Gulan Media April 29, 2016 Nûçe
Komkujiyeke veşartî: 15 hezar Kurd hatin kuştin
Li Bakurê Kurdistanê piştî serhildana Şêx Seîd komkujiyên mezin li deverên Bingol û Diyarbekir hatine kirin. Lê belê bûyer ji raya giştî hatiye veşartin. Li ser qetlîamê cara yekem Yusuf Ziya Dogerê ku li El Ezîzê mamostetî dike pirtûkekê nivisî. Piştî çapkirina pirtûkê ji karê xwe yê mamostetî hat bidûrxistin.

Digel bidawîbûna Serhildana Şêx Seîd ku sala 1925'an li deverên El Ezîz û Diyarbekirê rû dabû ji aliyê rejîma komara Tirkiyê ve bi amanca cezakirina kesên alîkariya serhildêran kirine bi navê "Herekata Tenkîlê ya Pêçar" li gund û derdorên Lîce, Darehênê, Pasûr û Çebexçurê yên Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî dest pê dike.

Yusuf Ziya Doger bi awayekê berfireh cara yekem li ser bûyerê kitêbekê nivisî û hurgiliyên operasyonê ku ji gel hatiye veşartin bi raya giştî dide bihîstin. Doger ji ber nivîsandina kitêbê ji karê xwe yê mamostetî hat bidûrxistin.

Li gor agahiyên ku di pirtûkê de hatiye nivisîn, Serheng Mustafa Muglali beriya operasyonê ne bi cilên leşkerî bi kincên herêmî dikeve nav civatê. Muglalı gund û gundiyên ku piştgiriyê serhildanê kirine tespît dike û diyar dike 20 eşîr û 280 gund alîkariya serhildêran kirine.

Di encama operasyona leşkeran de digel jin û zarok nêzî 15 hezar Kurd tên qetlkirin. Bûyer di nav arşîvên fermî de bi tenê wek şewitandina 280 gundan derbas dibe.

Di bûyerê de ku weke "Sere Veşayiş" tê zanîn gundê Doger û 4 birayên bavê wî jî hatine şewitandin. Li gundên Valêr, Guew, Hegederê û her wek yên din bi sedan jin û zarok hatine şewitandin.

Doger bûyeran wek jenosîd dinirxîne û li bendê ye ku dewlet lêborîna xwe ji miletê Kurd bixwaze.

Wê çaxê li gor zanyariyên rêvebiriya penaberan yê Tirk 700 hezar Kurd kom bi kom ber bi bajarên Rojavayê Tirkiyê ve wê werin koçkirin. Bi amanca asîmîlekirinê mezinên Kurdan û sermiyanê eşîran li bajarokan yên din jî li nav gundên Tirkan dê bên bicîhkirin. Lê belê dema rêwitiyê piraniya wan ji birçînê û ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest didin.

Basnews
Top