• Saturday, 21 February 2026
logo

Lîwaya Hewlêrê ya artêşa Iraqê êrîşekî berfireh ê DAIŞê şikand

Gulan Media April 29, 2016 Nûçe
Lîwaya Hewlêrê ya artêşa Iraqê êrîşekî berfireh ê DAIŞê şikand
Lîwaya Hewlêrê firqeya 15ê ya artêşa Iraqê, êrîşekî berfireh a rêxistina tund a DAIŞê şikand

Paydarekî bi pileya Raîd li Lîwaya 91 a Hewlêrê firqeya 15ê ya artêşa Iraqê, ku binkeyê wan li bajarê Mexmûrê ye ji BasNewsê re ragehand, saet 12:00 şeva înê 29.04.2016 heta saet 02:30 ber bi sibê çekdarên DAIŞê li sê baskan ve êrîş kirin ser gundê Xerberdan a li sînorê Mexmûrê.

Li gel berevaniya fewcên 1,2, û 3 yên Lîwaya 91 balefirên şer ên hêzên hevpeymanan çekdarên DAIŞê bombebaran kirin û êrîşên wan ên berfireh şikandin.

Ew paydarê artêşa Iraqê ragehand; ‘’Termê zêdetirî 50 çekdarên DAIŞê li herêma şer de mane.’’

Basnews
Top