• Saturday, 21 February 2026
logo

Serkirdeyekî Kirîstiyan daxwaza piştevaniyê ji Barzanî dike

Gulan Media April 28, 2016 Nûçe
Serkirdeyekî Kirîstiyan daxwaza piştevaniyê ji Barzanî dike
Serkirdeyekî Kirîstiyanên Kurdistanê daxwaza piştgiriyê ji Serokê Herêma Kurdistanê kir, jibo cudakirina navçeyên kirstiyanan ji parêzgeha Nînewa.

Serokê Partiya Demokrata Beyt Nehrên Romyo Hekarî ji BasNews re ragehand ku, hêzên çekdarên kirîstiyan ji Kildan û Asûriyan di bin siya wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê navçeyên xwe diparêzin.

Romyo herwiha ragehand: “Em bi fermî daxwazê ji Serokê Herêm aKurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku deşta Nînewa bibe herêmekî serbixwe di bin çavdêrî û serpiştiyara Herêma Kurdistanê de be.”

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku “Em nizanin bê cara bê piştî DAIŞê wê gefan li me bixun û me tehdîd bikin, jibo vê yekê pêwîste herêmek ser bi Herêma Kurdistanê, an jî parêzgehek taybet bi Kirîstiyanan hebe.”

Hekarî behsa wê yekê jî kir: “Daxwazame ne girêdayî hatina DAIŞê ye, lê berî niha jî me daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiribû ku parêzgehek taybet bi kirîstiyan li deşta Nînewa hebe, niha em daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê dikin ku piştgiriya me bike jibo em mafên xwe li deşta Nînewa bidestbixin.”

Navborî got: “Divê piştî rizgarbûna Nînewa divê Bjajrê Şingalê û Deşta Nînewa bibin du parêzgehên serbixwe di çarçoveya Kurdistana Başûr de, jibo careke din em rastî dagîrkeriyê nebin.”

Basnews
Top