Sûriyê: Hatina 150 efserên Amerîkî destêwedan e
Ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê li ser zarê berpirsekî di Wezareta Derve ya Sûriyê belavkir ku, hatina 150 efserên Amerîkî li ser xaka Sûriyê, destêwerdaneke metirsîdar û binpêkirina ji serweriya Sûriyê ye.
Serokê Amerîkayê Barak Obama biryar dabû, ku 250 leşkeran bişîne Sûriyê ji bo alîkarî û perwerdekirina hêzên deverê di şerê wan de li dijî DAIŞê, berî destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarê Minbicê.
Duh jî hat ragihandin ku, 150 leşkerên Amerîkî gihêştin bajarokê Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê.
Navenda Rimêlanê ya leşkerî li Rojavayê Kuridtanê ser bi Parêzgeha Hesekê ve ye, herwiha di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.
K24
