• Saturday, 21 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Amerîka gihîşt Iraqê

Gulan Media April 28, 2016 Nûçe
 Cîgirê Serokê Amerîka gihîşt Iraqê
Cîgirê Serokê Amerîkayê Josef Biden îro bi serdaneke neçaverêkirî gihîşt Iraqê.

Josef Biden îro pênşemî 28ê Nîsanê gihîşt balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê.

Serdana Biden bi awayekê neçarverêkirî bû û pêştir nehatibû ragihandin.

Biden di serdana xwe ya bo Iraqê de dê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û berpirsên din ên Iraqê bicive.

Li gor zanyriyan, di hevdîtinên xwe yên ligel rayedarên Iraqê de Biden dê daxwaza ji aliyên iraqî bike, ku nakokiyên wan bandorek xirab neke ser şerê li dijî DAIŞê. Herwiha şerê kontrolkirina Mûsilê jî yek ji mijarên gotûbêjên Cîgirê Serokê Amerîkayê ligel berpirsên Iraqê ye.

Li gor agahiyan Rûdawê, Josef Biden dê sibe înê 29ê Nîsanê serdana Başûrê Kurdistanê bike û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive.

Rudaw
Top