Perleman a Îraqê, Şenagr wek deverk a kavil danasîn
Neda Mêrgesor, perlematar a firksyûn a Partî ya Dîmukrtî ya Kurdistanê di Civat a Nwêner ên Îraqê de bi malper a Kurdistan 24 ragehand: Piştî ku firksyûn a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê û firaksyûn ên Kurdî û hijmarek a perlemantar ên Îraqê wajû komkirin û xist ber dest ê serokatî ya perleman a Îraqê daku Şengar wek deverek a kavil bihê nasîn. Evro Civat a Nwêner ên Îraqê, biryar da Şengar wek deverk a kavil bihê nasîn.
Li ser giringî ya biryarê, Neda Mêrgesorî, got: Evê biryarê dê giringîyek a mezin hebe di avedankirin a Şengarê de ku ji encam a şerr ê Daişê ev bajarok hatîye kavilkirin.
Her li ser evê biryarê perleman a Îraqê, Vîyan Dexîl, perlemantar a Îraqê bi Kurdistan24 re ragehand: Evro rojek a giringe ku em şîyayîn Şengar ê wek qezayek a kavil hat nasîn. Ev piştî ku me gelek belge û dekyûmêt li ser Şengarê pêşkeş kirî, aşkera bû ku 80% ji Şengarê hatîye kavil kirin û 100% perstgeh û cih ên olî yê Şengarê xirab bûne, ev ji bilç kuştin û birrîn a xelkê bajarokê.
Amaje bo ewê yekê jî kir: Piştî evê b iryarê erk ê hikumet a Îraqêye, Şengarê carek a dî avedan veke. Berê jî ew pere ya bo avedankirin a Îraqê dihat, pişk a Şengarê têde nebû, çunku hîç biryarek nebû ku ev devere kavil bûye.
K24
