• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Tu bernameyekî me ya civîn li gel Tevgera Goran tuneye

Gulan Media April 28, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Tu bernameyekî me ya civîn li gel Tevgera Goran tuneye
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê kir, ku hewlên wan ên ji bo deyn vergirtina navnetewî wê berdewam be û heta rewşa aborî ya Kurdistanê û mûçeyê fermanberên Kurdistanê baş bibe. Herwaha aşkera kir tu bernameyekî wan ya cîvîn li gel Tevgera Goran tuneye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyekî rojnamevanî de ragehand: ‘’Tiştê ku li Xurmatû pêkhat, cîhê nîgeraniyê ye. Ji bo vê emê hewl bidin berdewam li gel Bexdayê li ser xetê û temasê de bin, ku ev pirsgirêkane nebine sedemê têkdana aramiya navçeyê û têkçûna pêkvejiyanê.’’

Di derbarê vegera Newşîrwan Mistefa de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir: ‘’Em bixêrhatina Newşîrwan Mistefa dikin. Em kêfxweşin bi tenduristiyekî baş vegeriya be Kurdistanê. Heta naha tu bernameyekî me tuneye bo li gel Tevgera Goran em bicivin. Lê wek PDK deriyê me berdewam vekiriye, me berê jî ev ragehandiye.’’

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi vê jî kir, şanda Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bu, ku bikare bidestxistina deynê navnetewî pêkbîne. Ji vê hewldanê jî Bexda hatiye agahdar kirin û bi rêya wan ve buye û got: ‘’Rewşa aborî Kurdistanê baş be, mûçeyê fermanberan jî wê baş be.’’herwaha got: ‘’Ewlehiyeta hikûmetê di tekoşîna dijî DAIŞê de alîkarbune li gel Bexdayê û herwaha ji bo ku serokwezîrê Iraqê li ser kar bimîne emê piştîwaniyê lê bikin û divê Iraq ji vê krîzê rizgar bibe.’’

Basnews
Top