• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Geşepêdana Tirkiyê kir

Gulan Media April 28, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Geşepêdana Tirkiyê kir
Roja pênçşem 28.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cevdet Yilmaz Wezîrê Geşepêdana Tirkiye û şandekî li gel kir ku ji Faruk Kaymakçi Balyozê Tirkiye li Iraqê û Mihemed Akîf Inan Konsolê Giştî yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê û Şêwirmendên Wezareta Geşepêdana Tirkiye pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Wezîrê Geşepêdana Tirkiye ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û silavên Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye bi Serok Barzanî gihand. Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya Herêma Kurdistanê wê yekê ragihand ku welatê wan hez bi pêşketina Herêma Kurdistanê dike û bi wan başe pêkve mekanîzmekî hevbeş ji bo geşepêdanên aborî deynin, tekez jî li wê yekê kir ku Tirkiye palpiştiyê li aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê dike û asayîş û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê wekheve bi asayîş û aramî û pêşketina Tirkiye û armanca Tirkiye eweye peywendiyên xwe li hemû waran da li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibe.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Wezîrê Geşepêdana Tirkiye destxweşiyê li Serok Barzanî kir û ragihand ku di demek da bi sedema şerê Da'îş, hatina nêzîkî dû milyon koçber û penaberan, dabezîna nirxa neft û qeyrana aborî û ji aliyê Bexda ve neşandina beşa budçeya Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistanê ketibû nava qeyraneke gelek mezin lê belê gelek bi başî îdareya wê qeyranê hatiye kirin û ez bawerim her Hikûmetekî din buya tûşî kêşeyên mezin dibû, lê belê Herêma Kurdistanê bi serkeftî xwe li ber tehdidan ragirtiye.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiyê kir. Her wiha tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Tirkiye kirin û wê yekê xisterû ku her dû alî cîranê hevdû ne û li yek cografya da dijîn û divê bi navê geşbûn û pêşketinê da kar ji bo pêkanîna aramî û asayîşê jî bikin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê bi giştî û bi taybetî Sûriye û şerê dijî terorîstan de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser şêwirîn û peywendiya berdewamiya li ser pêşhatên dawî kirin.

Top