• Saturday, 21 February 2026
logo

Kurdistan…Fetvayek di derbarê destdirêjiya li ser milkên ol an de hat derxistin

Gulan Media April 28, 2016 Nûçe
Kurdistan…Fetvayek di derbarê destdirêjiya li ser milkên ol an de hat derxistin
Lijneya bilind a fetvaya Kurdistanê, fetvayek di derbarê destdirêjiya ser mal û milkên olên cuda hate derxistin.

Rêveberê peyvendî û pêkvejiyana olî li wezareta Ewqaf û karûbarên olî yê Herêma Kurdistanên Merîwan Neqişbendî ji BasNewsê re ragehand, ‘’Lijneya bilind a Fetvaya Kurdistanê, fetvayek derxistiye, ku destdanîna ser erd û cîhên her olekî Îslam, Mesîhî, cihû, Êzdî, Kakeyî û her ol û pêkhateyeke din ê herame û Îslam vê razî ango qebûl nake, milk û cîhên olî û civakî yên olên din nabe bê dagir kirin, yan jî dest li ser bê danîn.’’

Li gor ragehandina Merîwan Neqişbendî, ev fetvaya lijneya bilind a fetvaya Kurdistanê ‘’cîhê destxweşiyê ye, di demekî pir guncaw de û dibe sedemê bêhtir kûrbuna aştiya civakî û pêkvejiyana olî li Kurdistanê.’’

Bi hezaran sale li Kurdistanê olên Îslam, Mesîhî, Cihû, Kakeyî, Êzdî û gelek ol û netewên cuda li Kurdistanê pêkve dijîn, ku ev yek ji bexteweriyên herî mezin ên gelê Kurdistanê ye, ku di hemû Herêmê de şerên olî û netewên cuda tê jiyan kirin. Lê li Kurdistanên bi aştiyê li gel yek jiyan dikin.

Basnews
Top