Dîwarekî Konkirîtî li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên Ereban de tê ava kirin
Berpirsê Bereya Başîk ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Hemîd Efendî ji BasNews re ragehand: “Eger heye ku ev bîrok fireh bibe û sînorê Kurdistan ji aliyê Mûsil û çend navçeyên din bi şêweyê dîwarê konkirîtî were girtin, jibo yek balinde jî nikaribe bêyî fermana Pêşmerge derbasî Kurdistanê bibe, jiber ezmûnekî tal li pêşiyame ye bitaybet piştî şerê li dijî DAIŞê.”
navborî herwiha ragehand: “Heta niha bi sedema qeyrana darayî ew pêngav nehatiye avêtin, lêbelê di paşerojê dê were cîbicî kirin.”
Li gorî zaniyariyan, her parçeyek ji wê konkirîtê 18 ton dibe û wê di qonaxa duyemîn jî de wê hejmarek keleh werin ava kirin û hemû pêdawîstiyên bergiryê jib o wan werin peyda kirin.
basnews
