• Saturday, 21 February 2026
logo

Gundek li sinûr ê Mexmûrê hat rizgarkirin

Gulan Media April 27, 2016 Nûçe
Gundek li sinûr ê Mexmûrê hat rizgarkirin
Efserk ê supa yê îraqê ragehand: Evro supa yê Îraqê hêriş kirin ser çekdar ên Daişê li Gund ê Mehane ya sinûr ê bajarok a Mexmûrê, demekê berî nih a ev gund bi temamî hat rizgarkirin.

Rayîd Emîn Şêxanî, efser li Supa yê Îraqê bi malper a Kurdistan24 ragehand: Demjimêr 7:00 ê sipêde ya evro, supa yê Îraqê hêriş kir ser çekdar ên Daişê li gund ê Mehane ya ser bi bajarok a Mexmûrê, niha berî demekê ew gund bi temamî ji dest ên çekdar ên Daişê hat rizgarkirin.

Got jî: Ew a heya niha hatîye zanîn, 8 term ên çekdar ên Daişê, di nav gund de bicih mane û kevtîne di dest ê sûpa yê Îraqê de.

Ewî efser ê sûpayê Îraqê, amaje bo wê yekê kir ku herdû lîwa yên 31 û 72 ya ser bi firqe ya 15 ya supa yê Îraqê pişikdarî di hêrişê de kirine.

Heftî ya bûrî wezaret aberevanî ya Îraqê di ragehandinekê de gotibû: di opirsyûnekê de 57, hevwelatî yên herdû gund ên Mehane û Makok rizgarkirine.

Di meh a Xizîran a 2014yê, li dem a hêriş ên Daişê bo sinûr ê Mexmûr ê gund ê Mehane û hijmarek a gund ên din yên ser bi bajarok a Mexmûrê, kevtin jêr dest ê çekdar ên Daişê. Zêdetir ji sê mehane, supayê Îraqê, firqe ya 15 li mexmûr ê akincî kirîye bi mebest a rizgarkirin a ewan deveran ji dest ê çekdar ên Daişê.

K24
Top