• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêrawa ya Efrînê tê topbarankirin

Gulan Media April 27, 2016 Nûçe
Şêrawa ya Efrînê tê topbarankirin
Çekdarên ser bi Dijbereya Sûriyê ve îro êrişî gundewarên derdora bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Îro çekdarên Dijbereya Sûriyê devera Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrînê topbaran kirin. Çekdarên komên Nûredîn Zengî, Ehrar El-Şam, Eniya El-Nusra û hin komên din ên Dijbereya Sûriyê devera Şêrawa û bi taybet gundê Basûfanê bi giranî dane ber topan.

Topbarana wan deverên ji aaliyê wan komên Dijbereyê ve ji şevê din 25ê Nîsanê ve dest pê kiriye.

Derbarê zirarên îhtîmalî yên êrişan de heya niha ti zanyarî nehatine zanîn.

Rudaw
Top