9 berpirs li Dihokê hatin girtin
Li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê çend berpirsên hikûmeta û şaredariyê ji aliyê hêzên polîs ve hatin girtin.
Rêvebirê Ragihandina Polîsê Dihokê Hêmin Silêman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro sêşemî 9 berpirs li paêrzgeha Dihokê ji aliyê Rêveberiya Polîsê Dihokê ve hatin destserkirin.”
Hêmin Silêman got: “Piştî ku biryara girtina wan ji aliyê dadwerê destpajiyyê yê Dihokê derket, tîmên polîs dest bi lêkolînê kirin û me îro 9 kes girtin.”
Silêman herwiha destnîşan kir: “Ev biryar li gor madeyên 316, 307 û 340 bo girtina hejmarek serokên şaredariyan, fermanber û endazyarên sînorê parêzgeha Dihokê derketiye.”
Girtina wan berpirsên parêzgeha Dihokê di çarçoveya cîbicîkirina proseya Reformên li Başûrê Kurdistanê de ye.
Ev biryar di demekê de ye, ku heyamek berî niha di çarçoveya reformên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de biryar girtinê bo çend berpirsên şaredariyan û çend berpirsên bank û fermanberên wan re derketibû û çend kes hatibûn girtin.
Rudaw
