• Saturday, 21 February 2026
logo

Mûsil dibe sê parêzgeh û Şengal yek ji wan parêzgehan e!

Gulan Media April 26, 2016 Nûçe
Mûsil dibe sê parêzgeh û Şengal yek ji wan parêzgehan e!
şmerge ya rizgarkirina Mûsilê de aşkera dibe û Kurd, dixwazin Mûsil bibe sê parêzge û qaymeqamê Şengalê jî aşkera dike ku, yek ji wan parêzgehan jî, daxwaza wan buye li Barzanî, ku Şengal bibe parêzge û bibe pêncemîn parêzgeha Herêma Kurdistanê.

Dervey wan mercên ku rêveberiya Kurdistanê li hember beşdarbuna hêzên Pêşmerge beşdarî rizgarbuna Mûsilê bibin, li hêzên hevpeyman daxwaz dikin, li pêşwazîkirina pêwîstiyên Pêşmerge yên çek û budceya taybet e. Li gor zanyariyên BasNewsê, ku ji çavkaniyekî taybet hatine bi dest xistin, daxwazekî din ê Kurdan a di beşdarbuna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li rizgarbuna Mûsilê jî, ji bo carekedin DAIŞ li Mûsilê serî raneke û ew navçeyên parêzgehê ku bi awayekî bi ewle bin, Mûsil bê dabeş kirin û wek sê parêzgehên serbixwe bê sererastkirin. Yekem parêzge Şengal be û li ser Herêma Kurdistanê be. Ya duyem jî parêzgeha Mesîhiyên deşta Nînova û Tirkmenan jî bigre navxw û bixwe biryar bidin ka li ser kuderê bin. Herwaha parêzgeha sêyem jî navenda bajêrê Mûsilê be ji bo Sunneyan be.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji hêzên hevpeyman kiriye, ku berî biryara êrîşkirina Mûsilê bê dayîn, pêwîste rêkevtin li ser îdarekirina bajar a piştî DAIŞê bikin û ev rêkevtine garantî ango misogeriya parastina jiyana hemû pêkhateyên Mûsilê dibe.

Qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand; yek ji daxwazên wan jî li Barzanî û rêveberiya siyasî ya Kurdistanê ew bu ku, Şengal bibe parêzgeh û ser bi Herêma Kurdistanê be û got: ‘’Me daxwaz kiriye ku Şengal bibe parêzgeha pêncem a herêma Kurdistanê.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Pêşmerge bi awayekî fîlî desthilatiyê li parêzgehê girtiye dest xwe û cîhên hatine rizgarkirin pêşmerge rizgar kiriye, rêveberiya siyasî ya Kurdistanê jî, di derbarê pêşeroja Mûsilê de pêşneyar kiriye ku, sedî 40 axa Mûsilê bi destê Pêşmerge bê rizgar kirin.’’

Herwaha amaje bi yekê kir, ku tenê yek rê heye dikare rê li dubare nebuna jenosîda li ser Êzdiyên Şengalê hatî kirin pêkneyê û got: ‘’Pirsgirêka herî mezin a vê parêzgehê gelek mezin û nayê kontrol kirin. Ji bo vê pêşneyara rêveberiya siyasî ya Kurdistanê di cîhê xwede ye û dema vê hatiye ku rêkeftin li ser vê yekê bê kirin.’’

Ji aliyê din ve parlamenterê Mûsilê yê YNKê Ebdulbarî Zêbarî ji BasNewsê re ragehand, berî DAIŞê û civîna tundiyên vê parêzgehê de aşkera bibu ku pêkvejiyana aştiyane ji aliyê pratîk ve li vê parêzgehê zihmete û got: ‘’Berî DAIŞê jî çareseriyekî dihate gerandin û eger parêzgeh hatiba dabeş kirin wê parastîtir ba.’’

Herwaha got: ‘’Naha planekî baş heye û eger dabeşbuna vê parêzgehê wek çend îdareyekî serbixwe pêkbê, wê rêgir be ku carekedin rewşekî waha pêkneyê.’’

Herwaha parlamenter Ebdulabarî Zêbarî diyar kir, hêzên hevpeyman û Amerîkayê jî geheştine baweriya ku dervey mekanîzmaya dabeşkirinê vê parêzgehê tu rêyekî din tuneye. Tenê bi vî awayî dikare pêkhateyên li Mûsilê bêne parastin û got: ‘’Di navbeyna pêkhateyan de li rojavayê parêzgehê diyare ku Êzdî hene, li deştî Nînova jî Tirkmen û Mesîhî, li navenda bajêrê Mûsilê jî piraniya wan Erebên Sunne hene. Dive bêne cudakirin û sînorên wê parêzgehê waha bê sererastkirin û sê parêzgehên serbixwe wê rast be.’’

Basnews
Top