Çawûşoglû: Minbic dibe herêmeke Tampon
Çawûşoglu, di dema serdana xwe ya Îmaratê de daxuyanî da rojnameya Haberturk û got, Amerîka êdî baweriya xwe bi YPG nayîne û armanca şerê li Qamişlo jî, rewakirina YPG bû.
Çawûşoglu da zanîn ku, , tevî Amerîka biryar girtine ku, li bakurê Sûriyê hemberî DAIŞê tirkmen û îslamiyên nerm perwerde bikin û bi vê hêzê ewê Minbic ji destê DAIŞê rizgar bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê her wiha got, niha topên ku, di destê wan de ne 40 kîlometre diçin lê, ji Amerîkayê bi armanca parastina sînorê başûrê Tirkiyê mûşekên HÎMARS girtine ku, heta 90 kîlometre dûr diçin.
K24
