Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Japonya li Iraqê, Serok Barzanî ji biryar û raspardeyên kombûna Wezîrên Derve û Darayî ya Grûpa 7 ya di derbarê palpiştî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê agahdar kir û her wiha eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku welatê wan bi niyaze Konsolxaneya xwe li bajarê Hewlêrê da veke û ji bo vê mebestê jî spasî hemahengî û hevkariya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê jî kir.
Li beşekî dinê hevdîtinê de Balyozê Japonya li Iraqê behsa wan hengavan kir ku welatê wan li warê hevkariya mirovî û geşepêdana aborî ya Iraqê li deh salên derbasbûyî de avêtine û tekez jî li ser girîngiya hevkarîkirina Herêma Kurdistanê kir.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Hikûmet û gelê Japonya kir û vekirina Konsolxaneya Japonya li Hewlêrê bi hengavekî baş ya berfirehkirina peywendiyên her dû aliyan de wesif kir.
Di derbarê rewşa siyasiya Iraqê jî Balyozê Japonya nîgeraniya xwe ya di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê nîşan da û Serok Barzanî jî behsa ewe kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze rolekî erênî li çareserkirina giriftan de bibîne û tekez jî li wê yekê kir ku eger yasa û destûr bihate peyrew kirin qeyran û kêşeya siyasî jî li Iraqê da dirust nedibû.
Rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan û amadekariyên azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê mijareke dinê vê civînê bûn.
