Amerîka wê rasterast alîkariya Pêşmerge bike!
Rêveberiya Amerîkayê li aliyekî dixwaze Hewlêr û Bexdayê lihev nêzîk bike û ji aliyê din ve jî biryar da ku resterast alîkariya aborî û leşkerî bide Hêzên Pêşmerge. Di vê çarçoveyê de şandek ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê serdana Hewlêrê dike. Li gor rayedarên amerîkî wê Washington 450 milyon dolar alîkarî bide Peşmerge.
Di demekê de ku şandek ji Herêma Kurdistanê di bin serpereştiya Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî û Wezîrê Pêşmerge Kerîm Sîncarî de ji bo daxwaza alîkariya bo Hêzên Pêşmerge li Washingtonê di dîdaran de bûn, Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Peter Cook ragihand ku wê rasterast alîkarî bidin Hêzên Pêşmerge.
Doskî: Îranê ji Obama re got kiş!
Derbarê geşedanên li herêmê Mamostayê Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê Beyar Mistefa Doskî bo BasNûçe’yê axivî û aloziya li Parlamena Iraqê jî şibande lîstoka kişikê ya hêzên zilhêz û got: “Piştî ku di sala 2011’ê de Amerîkayê hêzên xwe ji Iraqê vekêşand, eşkere ye ku Îranê hewl da li ser rêya şîeyan bibe xwedî gotin û li ser vê yekê jî dest bi kar kir. Di heman demî de hêzên Rojava yên di bin serpereştiya Amerîkayê de ji vê rewşa li Iraqê nîgeran in û naxwazin serwerya wan a li Iraqê tune bibe. Weke tê zanîn dema ku DAIŞ’ê bajarê Mûsilê dagir kir û Artêşa Iraqê vekêşiya, Serokwezîrê demê Nûrî Malîkî weke berpirsê vê yekê hate destnîşan kirin û ji kar hate dûr xistin. Bi guvaşa merciên şîe jî naçar mabû ku cihê xwe ji Ebadî re bihêle. Di vê pêvajoyê de Amerîkayê piştgirî da proseya çaksazî û guhertinên Ebadî, li hember vê jî Îran û aliyên şie ji vê rewşê ne razî bûn. Em dibînin ku herdu komên dijberê hev, refta Sedir û ya Nûrî Malîkî, di ‚derbeya li Parlamena Iraqê de‘ hev girtine. Niha vê baskê piştgiriya leşkerî û aborî ya Îran û herwiha piştgiriya Heşdî Şabî jî ku ji Artêşa Iraqê zîndîtir e, girtiye û dixwaze paşeroja siyasî ya Iraqê destnîşan bike. Rêveberiya Amerîkayê niha tenê hilbijartinên payîzê difikire. Ji ber vê yekê jî naxwaze li Iraqê destwerdanek an jî pêngavek lez û bez biavêje. Di vê rewşê de tenê hewl dide piştgiriyê bide reformên Ebadî û rê nede ku eniya li dıjî DAIŞ’ê lawaz bibe. Her jiber vê yekê ye ku ji kurdan jî dixwaze piştrgirî bidin rêveberiya Ebadî. Herwiha mirov dikare bêje ku Îran ji vê rewşê sûd werdigre û ji rêveberiya Obama re dibêje ‘kiş.’
Beyar Doskî ragihand ku Bexda bi pêdagir kurdan veder dike û dixwaze ji xwe dûr bixe, herwiha di wê baweriyê de ye ku li Kerkûkê jî Heşdî Şabî weke kartek li dijî kurdan tê bikaranîn. Doskî diyar kir ku di vê rewşê de êdî divê kurd ji Bexdayê cûda bibin û wiha got: “Rêveberiya Ebadî di bin navê reform û çaksaziyan mafên destûrî yên kurdan binpê dike. Kursiyên para kurdan yek bi yek ji wan distîne. Ji kurdan re dibêje biryara xwe bidin û cûda bibin. Ji aliyê din ve jî, ew baskê ku li Parlamenê kudeta kiriye û Îran, hêzên Heşdî Şabî dişîne sînorê Kerkûkê û dixwaze aramiya navçeyê têk bide. Vê yekê jî weke kart bikar tîne û dixwaze li herêmê dewsa Artêşa Iraqê dabigre. Bi gotinek din; Îran û şîe li ser Kerkûkê guvaşê dixin ser kurdan û dibêjin; ‘Daxwazên me yên Bexdayê qebûl bikin û piştgirî nedin Ebadî.’ Di rewşek wiha de baştirîn biryar bo kurdan, biryara rapirsî û serxwebûnê ye. Di dîroka Başûrê Kurdistanê de ti caran rewşa herêmê û herwiha dînamîkên nevxwe û derve bo dewleta serbixwe ya Kurdistanê ev hinde ne rexsa bû. Herwiha, ligel şerê DAIŞ’ê cîhanê navûdengê kurdan bihîst û vê gavê piştgiriyek mezin ji dewletên cîhanê bo kurdan heye. Di destê serok û rêberên kurdan de ye ku vê rewşa erênî baş bikar bînin. Bi ya min; Ji bo dubare nebûna Sykes-Picot’ê, divê ev derfet baş bê bikaranîn. Eger na, wê dîrok serok û berpirsên kurd efû neke.”
Şûkûr: Kurd nabin amûrê lîstokên li Bexdayê
Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Îsmaîl Şûkûr jî bi bîrxist ku Hikûmeta Federal a Iraqê li ser hîmê lihevkirina siyasî yahemû pêkhateyan hatiye damezrandin û mafê hemû pêkhateyan jî di destûrê de hatiye danîn û diyar kir ku heta ku derfetê lihevkirina siyasî li Bexdayê mabe wê kurd pêdagiriyê di mafên xwe yên destûrî û yasayî de bikin. Şûkûr amaje bi wê yekê kir di civîna PDK û YNK’ê ya di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, biryara berdewamkirina gotûbêjên li gel Bexdayê derketiye û wiha pêde çû: “Aliyê kurd wê bi pesenda hemû aliyan projeyekê amade bike û here Bexdayê. Em dixwazin di tevahî guhertinên li Hikûmeta Navendî ya Iraqê de mafên kurdan û pêkhateyan bên parastin. Mafê me ye ku em bixwe namzetên xwe destnîşan bikin. Mafên me di destûrê de hatine destnîşan kirin. Lê belê rêveberiya Bexdayê dema guhertin kirin, raya kurdan vernegirt, yasa binpê kirin.”
Îsmaîl Şûkûr bo BasNûçe’yê wiha ragihand: “Weke aliyê kurd helwesta me eşkere ye. Emê di aloziya Parlamena Iraqê de nebin teref û nebin amûrê lîstokên wê derê. Ji bo me ya girîng ew e ku di çarçoveya destûrê de mafên kurdan bên parastin. Di rojên pêş me de wê şandek pilebilind ê kurdî here Bexdayê. Lê divê ev şand ji bo du rojan neçe wê derê. Ji xwe bi vî awayî em nikarin di nava vê aloziyê de ti encamekê werbigrin. Piştî hevdîtinên li gel rêveberiya Bexdayê, divê Ebadî di kabîneya xwe de guhertinan bike. Wê hemû pêkhate û kûtle wê navên wezîrên xwe diyar bikin û heger tu guhertinek rû nede, wê roja 25’ê Nîsanê jî lîsteya nû di parlamenê de bê pesendkirin.”
Qehwecî: Pêkhate piştgirî didin Herêma Kurdistanê
Parlamentera Tirkmen a Parlamena Kurdistanê Mûna Qehwecî jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de gelek caran aliyan hevdîtine û lihevkirine, lê pêwîstiyên van lihevkirinan jî tenê li ser kaxezê maye. Qehwecî daxuyand ku divê Herêma Kurdistanê piştgriya hemû pêkhateyên li Başûrê Kurdistanê jî hilde û di nava salê de referandûmê bike. Mûna Qehwecî got: “Em dibînin ku rêveberiya Bexdayê ji bo berjewendiyên xwe kurdan naçarê lihevkirinê dike. Lihevkirinên berê jî tenê li ser kaxezê man. Bûdceya herêmê hatiye birîn, jiber vê yekê Herêma Kurdistanê nikare mûçeyên karmendan û yên Pêşmergeyan bide. Bexdayê hê jî xwe yekalî nekiriye. Di vê rewşê de em jî weke nûnerên tirkmenan piştgiriyê didin biryara referandûm û serxwebûna Herêma Kurdistanê. Divê projeyek bê amadekirin û tê de hebûn û mafên hemû pêkhateyan jî misoger be. Ji bo serxwebûnê biryarek hevbeş hebe. Herwiha divê navçeyên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bên rizgarkirin û li wan deran jî rapirsî bê encamdan. Niha hemû pêkhate li Herêma Kurdistanê beşdarê pêvajoya siyaseta demokratîk dibin û piştgirî didin serxwebûnê.”
Barzanî: Wê gelê Kerkûkê biryara çarenivîsa xwe bidin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahadînê li gel kesayetî û Serok Hozên navçeyên Hewîce, Daquq û Reşad civiya. Di kombûnê de kesayetî û serok hozan spasî Pêşmergeyên Kurdistanê û Dezgehên Ewlekarî yên Kerkûkê kirin ku canê xwe ji bo parastina asayîşa Kerkûkê û navçeyên wê xistine ser dest û rê nedane merama dijminan ya têkdana birayetiya di navbera pêkhatên wan navçeyan pêkbê. Herwiha daxwaz ji Barzanî kirin ku ji bo azadkirina navçeyên wan ji bin destê DAIŞ’ê rê bide wan û roleke wan ya bi bandor hebê û dixwazin mil bi milê Pêşmerge beşdarî şerê azadkirina navçeyên dewrûbera Kerkûk û parastina asayîşa navçeyê bikin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tîşk xiste ser rewşa deverê û behsa kiryarên qirêj ên DAIŞ’ê kir. Barzanî ji nûneran xwest ku hemahengiya wan ji bo birayetî û pêkvejiyanê hebê û tekez li ser peywendiya dîrokiya di navbera kurd û ereban kir û ragihand: Her wekî berê jî min tekez kiriye, çarenûsa Kerkûkê di destê xelkê Kerkûkê de ye û li paşarojê jî da ew bi xwe bi azadî biryarê li ser didin û divê hemû aliyek jî rêz li biryara xelkê Kerkûkê bigrin.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku bi dirêjahiya xebata rizgarîxwaza Kurdistanê tu demekî rê nedane şer û berxwedana li beranber rejîma Iraqê bibe şerê kurd û ereban. Herwiha DAIŞ’ê jî xwest bigihe wê merama xwe û hinek kes jî ku wiha bawerbûn bi vê rêyê digihin armancên xwe û şer bikin şerê kurd û ereb, herwiha xwe wekî rizgarkerên erebê sunne pîşan dan. Barzanî got: “Paşê derket ku DAIŞ ji bilî kavilkariyê tiştekî din pêşkêşî navçeyên sunnenişînan nekir û sivikayetiyê jî bi bihayên erebî jî kir. Mixabin di destpêkê de beşek ji eşayîr nepakiyê li bihayên erebî kir. Niha divê hûn bi kirdarî baweriyê bidin ku ew tiştên rûdane li rewşt û edeba erebî de tune.”
Derbarê beşdarîkirina xelkê navçeyên dewrûbera Kerkûkê ya li şerê azadkirina navçeyên wan, Barzanî ragihand ku ev e baştirîn rêye û pêwîst e ew bixwe beşdarî li azadkirina navçeyên xwe û parastina wê bikin û ji bo vê jî li gel aliyên peywendîdaran hemahengî tê kirin. Barzanî tekez jî kir ku pêwîste hemû rêkarek ji bo asayîkirina rewşê li ber bê girtin heta terorîst negihin armanca xwe ku armanca wan jî têkdana birayetiya di navbera pêkhateyên wan navçeyane.
Parlamenterên fransî serdana Barzanî kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandek hevbeş a senator û parlamenterên Fransayê civiya. Di civînê de Mesûd Barzanî behsa şerê rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê kir û ragihand: “Pêwîst e berî rizgarkirina Mûsilê rêkevtinek siyasî di navbera alî û pêkhateyan de li ser rêvebirina Mûsilê di qonaxa piştî girtina Mûsilê de hebe, daku garantî bi pêkhateyên weke xrîstiyan û kurdên ezdî bê dan, ku jiyaneke asûde hebin û êdî karesat bi ser wan de dubare nebin.” Barzanî herwiha ji şandê re amaje bi rewşa meydanî ya şerê li dijî DAIŞê û serkevtinên Hêza Pêşmerge kir û behsa wan astengiyan jî kir, ku rastî gelê Kurdistanê bûne. Serokê Herêma Kurdistanê behsa kirîza darayî li Kurdistanê û sedemên wê kir û destnîşan kir: “Têçûnên şer û kêmbûna nirxê petrolê û hewandina koçberan bûne sedem ku Kurdistan li berdem kirîzek mezin de be û ev yek jî di demekê de ye ku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî wek pêwîst di mijara koçberan de alîkariya Herêma Kurdistanê nekiriye.” Şanda Fransa jî di vê hevdîtinê de daxuyandin ku ew bo dubarekirina piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê û piştgîrîkirina Barzanî hatine Kurdistanê. Şanda senator û parlamenterên Fransa herwiha tekez kirin, ew ji ber wê yekê hatine Kurdistanê, ku ji nêzîk ve agahdarê rewşa ewlehî, aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bin. Şanda Fransa ji aliyekê din ve li hember çanda dewlemend a pêkvejiyana olî, netewî û mezhebî li Herêma Kurdistanê, qurbanîdan di şerê li dijî terorîstan de û herwiha hewandina sedan hezar koçber û lêqewimiyên pêkhateyên netewî û olî yên Iraqê û Kurdistanê destxweşî li gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin. Di hevdîtinê de, şanda Fransa pirsyar û têbîniyên xwe yên li ser rewşa siyasî, şerê DAIŞ’ê, pêşeroja deverên, Sûriye û Tirkiyê arasteyê Barzanî kirin û daxwaza ji Barzanî kirin, derbarê wan mijaran de agahiyan pêwîst bide wan, daku ew bikarin baştir ji rewşê fam bikin û piştevanî û alîkariyên zêdetir ji Fransa û welatên din ên Ewropayê bo Kurdistanê bînin.
Şanda Swîsre li Hewlêrê bû
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre Ivez Rosie û şandekî li gel kir. Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraq û Sûriye û her wiha şerê DAIŞ’ê û û amadekariyên ji bo azadkirina Musilê hatin gotubêjkirin. Cîgirê Wezîrê Derveyê Swîsre behsa girîngiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe û welatên dost kir. Di hevdîtinê de behsa gefa teror û hizra tundrewiyê hate kirin û Barzanî tekez li wê yekê kir ku çanda gelê Kurdistanê çandeke lêborînî û aştî û pêkvejiyanê ye û rê nade bi ti awayekî hizra tundrewiyê û terorê li nav Kurdistanê da cîh bigre û geş bike. Herwiha di vê civînê de derbarê jiyana koçber û penaberan de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdaye û destûr û meseleya şeraket û dîroka Iraqê hate kirin.
Barzanî Pêşwaziya şanda OHCHR kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Cîgira Komîseriya Bilind a Mafên Mirov a ser bi Netewên Yekgirtî Cate Gilmore û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de Mesûd Barzanî ragihand: “Mafê gelê Kurd hatiye binpêkirin her ji ber wê jî Kurd bi başî ji wateya maf û parastina mirov têdigihe.“
Barzanî herwiha got;“Metoda Kurdistanê him di dema şer û kêberiyan de û him di dema aştiyê de jî parastina mafên mirov e. Gelê Kurdistanê zêdebarî hebûna şer û gelek arîşeyan, alîkariya xelkê koçber bi erkekî mirovî û niştîmanî zaniye.“
Barzanî rexne li Iraqê û civaka navdewletî jî girt ku bo alîkarîkirina koçberan wek pêwîst alîkariya Herêma Kurdistanê nekirine. Cîgira Komîseriya Bilinda Mafên Mirov Cate Gilmore jî ragihand: “Cîhan wê pêşwaziya gelê Kurdistanê ji bîr nake ku zêdebarî hebûna astengiyên ewlehî û aborî li koçberan û kesên lêqewimî kir.” Derbarê rewşa mafên mirov de, Gilmore herwiha got, li gor beşên din ên Iraqê, rewşa Kurdistan ji hêvî û kerameta mirov re gelek baş e. Gilmore pesnê wê yekê jî da, ku Kurdistan li ser bingeha tolerans, dadperwerî, parastina yasa û mafên mirov hatiye avakirin û tekez kir, ku cihê dilxweşiyê ye ku Kurdistan di demên şer û tarîtiyê de jî girêdayî pirensîpên mirovî ye û her ev cure reftar jî bersiveke bi bandor e ji wan kesan re ku zulm li kurdan kirine û karesat bi ser gelê Kurdistanê de anîne.
Basnews
