Şîretkarekê Barzanî: welatên Nato piştewanîya dewleta Kurdî dikin
Mihemed Salih Cume, şîretkarê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dîyar kir, Îsraîl û Rûsya piştevanê demezradina dewleta Kurdî ne, dîsan welatên Natoyê jî, bi hemû şîyanên xwe piştevanîyê li dirustibûna dewleta Kurdî dikin û serkirdayetîya Kurdî jî, çi gavan bê piştevanîya navdewletî ne avêt.
Derbarê helwîstê Tirkîyê wî şîretkarê serokê herêmê got: dirustbûna dewleta Kurdî di berjewendîya Tirkîyê daye û her dema dewleta kurdî bê ragîhandin, Tirkîyê dê qebûl bike û danpêdanê pê bike.
Xuya jî kir, divî demî da, Amerîka 100 ji sedê digel xwestên gelê Kurde, lewma serkirdayetîya Kurdî, dê referandoma cudabûnê bike.
War.tv
