• Saturday, 21 February 2026
logo

Komandoyên Kurd 8 pêşmerge ji dest milîsên Şîe rizgar kirin

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Komandoyên Kurd 8 pêşmerge ji dest milîsên Şîe rizgar kirin
Di şer û pevçûnên îro de 8 pêşmergeyên ku ji aliyê milîsên Şîe ve hatibûn dorpêçkirin, ji aliyê hêzeke komandoyên pêşmerge ve hatin rizgarkirin.

Piştî ku îro agirbesta ku duh di navbera Hêzên Pêşmerge û Milîsên Şîe de linavçeya Xurmatu hat şikandin, şer û pevçûnan li çend taxên bajarê Xurmatuyê dest pê kir.

Pevçûnan piştî wê yekê dest pê kir, ku milîsên Şîe hawin girtin taxên Kurdan û avahiya Qayimeqamiya navçeya Xurmatuyê.

Piştî avêtina hawinan ji aliyê milîsên Şîe ve, Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û di navbera her du aliyan de şer derket.

Peyamnêrê Rûdawê li Xurmatu ragihand, demek berî niha 8 pêşmerge ku li nêzîkî Ofîsa Komela Îslamiya Kurdistanê li Xurmatuyê ji aliyê milîsên Şîe ve hatibûn dorpêçkirin, ji aliyê hêzeke komandoyên pêşmerge ve hatin rizgarkirin.

Fermandeyê Hêza Pêşmerge emîd Sîrwan ji Rûdawê re ragihand: “Ji aliyê Qayimeqamiyet û Berpirsê Hêza Reş a Pêşmerge Kak Akam ve , fermna bi me hat kirin, ku bi hawara pêşmergeyên dorpêçkirî ve biçin û me jî erkê xwe pêk anî.”

Derbarê şerê îro û şikesta agirbesta di navebra Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe de, Qayimeqamê Xurmatu Şelal Ebdul ji Rûdawê re ragihand: “Agirbesta ku roja yekşemî 24ê Nîsanê hat îmzakirin, tenê 20 heya 22 saetan berdewam bû. Lê belê Heşda Şeibî li çend cihan binpêkirina agirbestê dest pê kirin.”

Şelal Ebdul derbarê pêşmergeyên dorpêçkirî de jî got: “Hejmaek pêşmerge hatibûn dorpêçkirin, lê belê bi piştevaniya Hêzên di bin fermana Şêx Ceifer de ew pêşmerge hatin rizgarkirin. Ew pêşmerge ji hemû aliyan ve hatibûn dorpêçkirin û 3 birîndar di nav wan de hebûn, lê belê piştî saetekê ku bergirî li xwe kirin, ew hatin rizgarkirin.”

Li gor agahiyan Rûdawê, ew pêşmerge nêzîkî 2 saetan ji aliyê Heşda Şeibî ve hatibûn dorpêçkirin lê belê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge hatin azadkirin.

Rudaw
Top