• Saturday, 21 February 2026
logo

Qayimeqamiyeta Xormatû hate bordûman kirin

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Qayimeqamiyeta Xormatû hate bordûman kirin
Êvara roja 25 Nîsanê, careke din şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên Heşda Şeibîli Xormatû destpêkir, hemwelatiyekî Kurd jî birîndarbû.

Qayimeqamê Xormatû Şelal Ebdûl ji BasNews re ragehand: “Guleyek Hawin arateyê baregehê qayimeqmiyeta Xormatû hatibû kirin, bi sedemê hemwelatiyek jî birîndarbû.”

Ebdûl amaje bi wê yekê kir ku, Hêzên Pêşmerge bersiva gulbarana çekdarên Heşda Şeibê didin.

Çavkaniyekê ji asayişa Xormatû ji BasNews re ragehand: “Di heyamê du rojên derbasbûyî de, di encama şer dinavbera Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî de 30 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û bi dehan jî birîndarbûne, bêhtirên xwe bi regez Îranî ne.”

Basnews
Top