• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêmin Hewramî: zêdetir ji 24 hezar çekdar ên Daişê li şerrê beranber Pêşmerge hatîne kuştin

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Hêmin Hewramî: zêdetir ji 24 hezar çekdar ên Daişê li şerrê beranber Pêşmerge hatîne kuştin
Hêmin Heramî, berpirs ê peywendî yên derve yên Partî ya Dîmukrtî ya Kurdistan( PDK)yê ragehand, Pêşmerge gurzek kujek li Daişê daye, Daişê di şerr ê beranber Pêşmerge de 24 hezar çekdar hatîne kuştin.

Hêmin Hewramî di kongireyek a rojnamevanî de li Moskoyê ragehand: me divê dever ên xwe kontirol vekin, ev stirtîcîyet a Herêm a Kurdistanê ye, çekdar ên Daişê ji nav bibîn û dever ên xwe kontirol vekîn.

Hêmin Hewramî got jî: Pêşmwerge li şerr ê dijî Daişê, zêdetir ji 1600 şehîd daye, ku 400 ji van şehîdan fermandar ên bala bûne di hêz a Pêşmerge yên Kurdistanê de. Li gor zanyarî yên me, Daişê 24 hezar çekdar hatîne kuştin li şerr ê beranber bi hêz a Pêşmerge, bi taybetî jî di van dû sal ên bûrî de. Bi kêmî jî 2000 ji çekdar ên wan xelk ê başûr a Rûsyayê bûn, eger ev li ser dest ên Pêşmerge nehatiban kuştin mînak bikin da çi bi ser Rûsyayê bihê eger ev tîrorist li vir ban ankû li Rûsyayê.

Hêmin Hewramî, dibêje: Pêdivîye hemahangîû ya asayîşî li gel Herêm a Kurdistanê bikin û ji alî yê abûrî û sîyasî ve jî, Me peywendî hebe, çunku Herêm a Kurdistanê stiratîcîyek a bi hêz heye, Me li şerr ê dijî Daşê stiratîcîyek a bi hêz heye û piştîvanî ya temam a wan hêzan dikîn ew ên şerr ê Daişê dikin, di beranber de jî pêşwazîyê ji hemû cor ên harîkarîyê dikin ji her welatekî bigehe me.

Li ser peywendî ya Herêm a Kurdistanê û û Bexdayê, Hêmin Hewramî, got: Min divê ez gelek rastgo bim li gel hewe, Me li Herêm a Kurdistanê dû qonax ên ezmûnan heye li gel Bexdayê, qonax a yekê ji 1920 des pê dike heya 2003, dûv re jî ji 2003yê heya niha, di qonax a yekem da me daxwaz a hevpişkîyê dikir li Îraqê, lê çi nedan me, Helebc kîmyabaran kirin, Kurd cînosyîdkirin, enfalkirin, hikumet a wê dem a Îraqê weha bersiv a me da, niha jî fîdralîyetê li Îraqê şekest xwarîye, tiştek nemaye bi navê fîdralî, kes pabend nîye bi destûrê.

K24
Top