• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka bo alîkariya YPGê 250 leşkeran dişîne

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Amerîka bo alîkariya YPGê 250 leşkeran dişîne
Berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê ragihand, ji bo piştgiriya hêzên li Sûiyê di şerê DAIŞê de 250 leşkerên din jî bişîne wî welatî.

Li gor nûçeya BBCyê wî berpirsê amerîkî amaje kiriye ku mebesta wan ji vê yekê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê erebên sune teşwîq bikin daku tevlî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin.

Hat gotin ew leşkerên li Rojavayê Kurdistanê bicî bibin dê beşdarî pevçûnan nebin.

Ji aliyê din ve li gor ajansa APê jî piraniya ev leşkerên bêne şandin ji hêzên taybet pêk tê û herwiha di nava wan de komên nojdarî û lojîstik jî hebin.

Tê pêşbînîkirin ku Serokê Amerîkayê Barack Obama şandina wan leşkeran dê îro li Almanyayê eşkere bike.

Weke tê zanîn Amerîkayê beriya niha jî yekîneyek 50 leşkeran pêk tê bo piştevaniya YPGê şandibû Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw
Top