• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Nisêbînê 2 leşker hatin kuştin

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Li Nisêbînê 2 leşker hatin kuştin
Şer û pevçûnên li navçeya Nisêbîn ya girêdayî bi parêzgeha Mêrdînê didomin, di encama teqînekê de 2 leşker hatin kuştin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê mayînên ku, li Nisêbînê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ve hatine danîn, dema leşkeran xwestin wan mayîn derxînin mayînek teqiya ye. Li gor agehdariyên despêkê 2 leşker di encama teqîna mayînê de hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Ji 13ê adara 2016 ve li Nisêbînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û hê jî berdewam dike.

K24
Top