• Saturday, 21 February 2026
logo

Cemîl Bayik: Di nav KCKê de kesên ne PKKyî hene

Gulan Media April 25, 2016 Nûçe
Cemîl Bayik: Di nav KCKê de kesên ne PKKyî hene
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik got, di nav KCKê de kesên PKKyî û yên ne PKKyî hene.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik li Çiyayê Qendîlê pirsên peyamnerê BBCê Ian Pannel bersivand.

Cemîl Bayik diyar kir ku carinan hêzên navteweyî bi nameyan bangawaziyê dikin û ew jî bersiva wan didin.

Bayik amaje kir ku heger operasyon li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê bidome, ew weke PKKê dê li tevahiya Tirkiyê şerike berfireh û dijwartir derbixin.

Beriya niha Bayik gotibû wan di meha Tebaxê de ligel rayedarên amerîkî hevdîtin pêk anîne, lê piştî daxuyaniya Bayik, Wezareta Derve ya Amerîka yê ew yek red kiribû.

Herwiha beriya çend rojan Balyozê Amerîkayê yê li Enqerê John Bass banga çekdanînê li PKKê kiribû. Cemîl Bayik derbarê bangawaziya John Bass de jî amaje kir ku ti wetaya çekdanîna yekalî nîne û wiha domand:

“Hin alî ji me re dibêjin şer rawestinîn. Ti wateya wan gotinan nîne. Ev şer encam e, sedemên vî şerî hene. Heya ku sedemên wê neyên çareserkirin şer ranaweste. Kesên vê yekê ji me dixwazin bila vê yekê ji Tirkiyê jî bixwazin.

Derbarê muzakereyên ji bo çareserkirina pirsgirkên Kurdan de jî Bayik got, ew ji bo destpêkirina gotûbêjan amadene.

Bayik derbarê wê êrişa TAKê de jî wiha got: “Ti peywendiyên PKKê bi wê çalakiyê re nîne. TAK ji derveyî me ye. Kî ne, di nav wan de kî hene, me nizanîn. Dibe ku hinek kesên ji me cudabûne di nav de hebin.”

Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) teqîna Enqerê ya di meha Sibatê de ku 37 hatibûn kuştin, li xwe girtibû.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok pesnê vê êrişa TAKê dabû. Peyamnerê BBCyê derbarê daxuyaniya Ok da pirsek ji Bayik kir û wî jî wiha bersivand:

“Di nav KCKê de kesên PKKyî û yên ne PKKyî hene. Nûneritiya KCKê hevserokatî dike. Daxuyaniyên ser navê hevserokatiya KCKê têne kirin rast in. Daxuyaniya Sabrî Ok me KCKê girê nade. Em ji mirina mirovan hez nakin.”

Rudaw
Top