Tirkiyê kordînat dan, Amerîkayê lê da
Çekdarên DAIŞê ev demekê ji aliyê Sûriyeyê moşekên katyuşa diavêjê bajarê Bakurê Kurdistanê Kilisê. Li ser vê yekê Tirkiyê cihên baregehên DAIŞê, ji balafirên hevpeymaniya navdewletî re diyar kir û wan jî duh şev bombebaran kirin.
Li gor agahiyan di encama operasyona asmanî de çend çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herwiha çend çeperên wan jî hatine rûxandin.
Di medyaya Tirkiyê de hat ragihandin ku heya niha Tirkiyê 5 hezar û 330 top avêtine navendên DAIŞê û di encama wan êrişan de 370 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Rudaw
