• Saturday, 21 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê 14 ton derman şand Qamişlo

Gulan Media April 24, 2016 Nûçe
Herêma Kurdistanê 14 ton derman şand Qamişlo
Li gorî malpera Kenala Kurdistan 24 (K24), roja 24 Nîsanê, zêdetirî ji 14 ton derman û pêdawîstiyên bizîşkî wek hevkariyekê ji Başûr jibo birîndarên bajarê Qamişlo, derbasî Kurdistana Rojava bû.

Şandina vê hevkariyê tê, piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî biryar dabû nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê ku deriyên wan li pêş birîndarên Qamişloyê vekirî bin û têkevin rewşa amadebaşiyê de.

Pêr, Yekem birîndarên şer û pevçûnên Qamişlo bi mebesta wergirtina çareseriya bizîşkî, gihêşte Nexweşxana Giştî ya Zaxo.

Asayişa Rojava, duh rê nade 3 birîndarên Qamişlo yên ku di encama şerê dawî de birîndar bûne ji Rojava derbasî başûrê Kurdistanê bibin bo wergirtina çareseriya tenduristî.

Desteya Tendûristiyê li Kantona Cizîrê ragehand ku, di şerê dawî yê Bajarê Qamişlo 10 şervanên YPG û 17 welatiyên sivîl şehîd bûne û bi dehan kes birîndar bûne.

Basnews
Top