Li Til Temir bi zora çekan Asayişa PYDê nivîsgehên PDKSê û Yekîtî daxistin
Çavkaniyek agahdar ji her du partiyan ji BasNews re ragehand ku, Hêzêekê ji Asayişa PYDê seet 18.00 bi zora çekan nivîsgehên me daxistin.”
Hêza Asayiş sedema vê kiryarê nedan diyar kirin bi tenê gotin; ew biryara serkirdayetia xwe pêktînin.
Berî nihajî hejmarek mezin ji liq û nivîsgehên partiyên Kurdî bi fermana Asayişa PYDê hatine girtin, ew patrî jîpartiyên endamin di encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne.
Herwiha hejmarek serkirdeyên wan partiyan rastî pirsgirêk û aloziyabûne bi deselata PYDê re û gelek ji wan hatine zindanî kirin û hin jî heta niha di zindanê de ne wek Serkirdeyê binav deng yê PKDSê Abdulrehman Apo li bajarê Efrînê.
Basnews
