• Saturday, 21 February 2026
logo

'Heta naha 407 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin'

Gulan Media April 23, 2016 Nûçe
'Heta naha 407 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin'
Di 10 mehanên borî de li Tirkiyê, 407 kes ji hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hatin kuştin

Şer û pevçûnên li Kurdistana bakûr tevî hemû dijwariya xwe didomin. Heta niha di van şer û pevçûnan de û li gor amarên Artêşa Tirkiyê 407 hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Ji wê hêjmarê 241 leşker, 157 polîs û 9 cerdevan hene.

Piştî pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyê de bi dawî bû, şer û pevçûnan li Kurdistana bakûr destpê kir. Li gelek navçe û bajaran qedexeyên derketina derve hatin ragihandin, li Gever, Nisêbîn û Şirnexê hê jî qedexe didome.

Di navbera 7ê Tîrmeha 2015 û 17ê Nîsana 2016 de 407 hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hatine kuştin. Ji vê hêjmarê 241 leşker, 157 polîs û 9 cerdevanin. Di şer û pevçûnan de bi sedan sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha derbarê hêjmara giştî ya gerîlayên ku, canê xwe ji dest dane de, HPGê ti daxuyaniyek fermî nedaye.

Basnews
Top