Serokê Gorranê peyama yekîtiyê da
Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa duh li paytexta Birîtanyayê bajarê Londonê ligel çend berpirsên partiya xwe re civiya.
Di hevdîtinê de rewûa siyasî ya Gorranê û peywendiyên wê yên ligel partiyên siyasî hatin nirxanidin.
Newşîrwan Mistefa li ofîsa partiya xwe ya li Londenê daxuyaniyek da û got: “Divê em li hemberî gevên li ser Herêma Kurdistanê bihev re tevbigerin. Pêwîst e Kurd di vê mijarê de bibin yek.”
Heya niha jî civînên Tevgera Gorranê bi agahdariya Newşîrwan Mistefa tên pêkanîn.
Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê ki Îlona 2015an ve çûye Londonê û hêj ne diyar e, dê kengî vegere Herêma Kurdistanê.
Rudaw
