• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiye li hemberî Obama bertek nîşanda

Gulan Media April 23, 2016 Nûçe
Tirkiye li hemberî Obama bertek nîşanda
Li hemberî gotina Serokê Amerîkayê Barck Obama ya derbarê komkujiya Ermeniyan de ya bi zimanê ermenî “karesatek mezin”, Wezareta Derve ya Tirkiyê bertek nîşanda.

Serokê Amerîkayê Barack Obama bi helkefta 101emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyaniyek da û weke salên berê di daxuyaniyl de gotina ermenî “Medz Yagerin” a tê wateya ku “karesatek mezin” bikar anî.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li hemberî gotina Barack Obama daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê wiha hat gotin: “Em bang li rêveberiya Amerîkayê dikin ku bi awayekê dadwerî rastiyên dîrokî binerxîne û haya wan ji êşên hemû aliyan hebe.”

Hat amajekirin çend dewletên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî “bêrêziyê” li bûyerên wê serdema ku bûyer qewimî dikin.

Rudaw
Top